Rojava: Kuştina 5 çekdarên Tirkiyeyê li deverên Mertala Furatê

Hêzên Rizgarkirina Efrînê kuştina 5 çekdarên dewleta Tirkiyeyê ragihand li deverên di bin kontrola Mertala Furatê li Bakurê Sûriyeyê.
Di nameyeke belavkirî de li ser torên civakî, HRE dibêje; hêzên wan di 24 meha nîsanê de êrîşî erebeyeke leşgerî kirin li derdora bajarê Marihê û di encamê de ew erebe teqiya lê hijmara kuştî û birîndarên çekdarên Artêşa Netewî (wek tê nasîn) ne diyar bû. Hêjaye zanînê ye ku çekdarên Artêşa Netewî alîgerên dewleta Tirkiyeyê ne li wan deveran.
Duh jî 25 meha nîsanê, li hêla gundê Dixilbaşê, Hêzên Rizgarkirina Efrînê êrîşî çekdarên Firqeya el-Hemzat kirin di du aliyan re û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.