Kuştina 4 çekdaran di şerên li gundewarên bajarê Helebê

Di encamê şerekî de li rojavayê bajarê Babê nêzî gundê Dixilbaş, çar çekdarên Firqeya el-Hemzat hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûn.
Ji ber rewşa ewlekarî ya nearam li deverên di bin kontrola Tirkiye û çeteyên wê de, îro nêzî se‘et 11:00 motorekî bombekirî teqiya di nav bazareke pezan de li bajarê Babê û di encamê de hijmarek sivîl birîndar bûn. Li taxa Xaniyên Ciwanan jî dengê gulebaraneke giran hatibû bihîstin lê ne sedem û ne jî encam diyar in heta niha.
Gundê Dixilbaş xeta di navberî hêzên dewleta Tirkiye û hêzên Meclisa Minbicê ya Leşgerî de ye. Ew devera wek nuqteyeke keliyayî tê nasîn ji ber gelek hêzên leşgerî li wir hene.
Li hêla Mari‘ jî nêzî bajarê Babê, çekdarek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû piştî êrîşkirina li ser otombîla wan bi rokêtekê.