Teqîna motorekî bombekirî li Minbicê

Îro motorekî bombekirî li bajarê Minbicê teqiya. Teqîna vê carê li nêzî depoya Kraş, li taxa Hezawiye bû û di encamê de ziyanên madî tenê hebûn.
Duh Hêza Dijî Teror a Meclisa Leşgerî ya Minbicê kesek girt, û piştî lêkolînê li xwe mukur hat ku peywendiyên wî hene bi şaneyên raketî re, ên Mertala Furatê “Dir‘i el-Furat“ a di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de. Li gor axiftina wî, ew şaneyên raketî beriya demekê destê xwe dane ser hijmarek bombe li bajarê Minbicê bi mebesta çêkirina alozî û tevleheviyê li bajêr bi rêya teqînan.
Rûdanên teqînên motorên bombekirî zêde bûne li deverên rajava û bakurê bajarê Helebê û hijmarek sivîl di encamê de bûne qurbanî. Navenda VDC-NSY, di sê rojên dawî de, 2 teqînên motorên bombekirî li bajarê Babê belgekir û yeke din li hêla Qibêsîn. Di encamê hersê teqînan de, 5 sivîl birîndar bûn ji bilî ziyanên madî.