Nexweşxaneya Izazê karê xwe radiwestîne

Fermandarê Cebhe el-Şamiye, Ebû Ibrahîm Hîcazî, êrîşî karmendên nexweşxaneya Izazê kir a di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de. Karmendên nexweşxaneyê nehîştibûn Ebû Ibrahîm tevî cil û bergên leşgerî derbasî hundir bibe ji xeynî derbasbûna wexta seredanê.
Piştî êrîşa li ser karmendan, nexweşxaneyê ev rûdana protesto kir û karê xwe rawestand heta demeke nediyar.