Efrîn: Hemleya girtina sivîlan berdewam e

Hêzên dewleta Tirkiyeyê binpêkirinên li dijî mavê mirovan li devera Efrînê berdewam dike û rîtma girtina sivîlan rojane zêde dibe.
Li hêla Şiyê, çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah êrîşî malên zivîlan kirin û ew mecbûr û neçar kirin ku mal û milkên xwe çol bikin anjî 1000$ bidin. Li mile din, 2 welatî li wir hatin girtin ji alî çekdaran ve û fîdya wan 3000$ bû . Li taxa Haco jî, komên çekdar muxtarê taxê tevî malbata wî gefkirin û 1000$ ji wan xwestin. Li alî din, rewşa Selah Sîdo û Bahoz Osman ne diyar e heta niha. Herdu welatî beriya mehekê hatin girtin ji alî komên çete ve.
Li hêla Şêrewe, hêzên dewleta Tirkiyeyê nêzî 350 darên zeytûnan hilkişandin ji bilî destanîna li ser erdê cotkaran bi mebesta avakirina barîgeheke leşgerî li wir.
Li hêla Cindêrisê jî, xelkê deverê di bin aloziyeke mezin dijîn û komên çete li wir rewşa awarte ragihandine ji bilî destanîna li ser mal û milkên welatiyan, îşkencekirin, girtina sivîlan û fîdye-xwestin.
Li navenda bajarê Efrînê, Firqeya Sultan Mûrad welatiyek zîndankirin û cihê wî heta niha ne diyar e. Li hêla Rajoyê jî rewşa ciwanê kurd, M. Mela heta niha ne diyar e piştî zîndankirina wî ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyeyê ve beriya salekê. Rewşa kalekî 70 salî bi navê M. Heyder jî heta niha ne diyar e piştî revandina wî ji aliyê grûpên çekdar ve li gundê Şadiriyê.
Li hêla Bilbilê jî, welatiyek bi navê Şêrhat Oso, bavê 2 zarokan, jiyana xwe ji dest da piştî çend rojan ji serbestkirina wî. Şêrhat tevî jina wî di zîndanên komên çete de 2 mehan bêsûc girtîbûn.
Hêja ye gotinê ku komên çekdar dibistanek li navenda bajarê Efrînê guhertine zîndaneke navendî, ya ku rasterast di bin kontrola istixbaratê dewleta Tirkiyeyê de kar dikin.