Bakurê Sûriyeyê: berdewamiya teqînan

li deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de
Lawaziya rewşa ewlekarî ji xeynî gendelî û şerên di nav komên çete de dibin sedmên berdewamiya teqînan li derverên di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de.
Li gundê Qebasîn li rojhilatê bajarê Helebê, hijmarek ji leşgerên komên çekdar di teqînekê de hatin kuştin û hijmareke din birîndar bûn. Di nav kuştiyan de, fermandarekî Ehrar el-Şerqiye bû (Ebû Hesen Teyane). Li Ezazê jî welatiyek birîndar bû di teqînekê de.
Li hêla bajarê Babê jî, otombîla fermandararekî komên çete rastî êrîşekê hat û di encamê de zarokekî 10 salî bi giranî birîndar bû.