Dewleta Tirkiyeyê hozên ereban li Efrînê nîştecih dike

Dewleta Tirkiyeyê plana nîştecihkirina hoz û êlên ereban li Efrînê dest pê kir. Ev plana nîşana berdewamiya guhartina demografî ya ku dewleta Tirkiyeyê ji çaxa dagirkirina Efrînê dest pê kiriye. Ajansa Anadol a di bin kontrola AKP û milîsên wan de kar dike şahiyek, ku li Efrînê cih girtiye, belav kir bi boneya avakirina “Desteya Bilind a Hoz û Êlên Ereban li Efrînê”.
Ajansa Anadol aşkere dike ku nêzî 500 kes beşdarî vê şahiyê bibû. Ew kesana nûnêrên komên çekdar, fermandarên asayîşa bajarê Efrînê û hozên ereban bûn wekî ajans diyar dike.

Dewleta Tirkiyeyê piştgirya van êlan dike bi pere û milkiyetan, ên ku bi xwe li Tirkiyeyê dijîn ji bo rêya kontrolkirina deverên din li Sûriyeyê hêsan û qanûnî bibe.
Li milê din, êl û hozên ereban ên li hundirê Sûriyeyê çend name belav kirin li dijî planên dewleta Tirkiyeyê li deverê û aşkere kirin ku qedir û giraniya ew kesên di bin kontrola Tirkiyeyê de tune ye ne li hundirê welêt nejî li derva.