Hijmara kuştiyên li ser sînorê Tirkiyeyê rojane zêde dibe

Dîsa hêzên Tirkiyeyê li ser sînorê xwe penaber gulebaran kirine û vê carê dayikek û 4 zarokên wê bûn. Ew malbata ji Helebê ye, hewildidan derbasî Tirkiyeyê bibin di rêya Harim re ji ber şerê ku li Sûriyeyê didome.
Di encama gulebaranê de zarokek û ciwanekî, ku dixwast alîkariya wan bike, hatin kuştin. Ên din bi giranî birîndar in li gor agahiyên dawî.
Bi vê rûdanê re, hijmara penaberên hatî kuştin bi guleyên Cendirmeyên tirkan li ser sînorê Tirkiyeyê gihîşte 432 kuştî li gorî statîkên Navenda VDC-NSY. Di nav wan de, 82 zarok hene û 53 jin, ji bilî 343 birîndar.
Cendirmên dewleta Tirkiyeyê ev kiryarên hovane di derheqê penaberan de ranawestîne lê rojane hovetiya xwe berdewam dike. Hêja ye gotinê ku Dewleta Tirkiyeyeyê dîwarek li ser sînorê xwe bi Sûriyeyê re lêkiriye bi dirêjiya (911 km) û ew jî bi xwe dibe sedema berdewamiya kuştina penaberan li ser sînor.