VÎDYO: Lêxistina tenbûrê bibû sedema zîndanekirina ciwanekî kurd

Gîvara Heyder, ciwanekî kurd e ji devera Efrînê, bi mehan di zîndanên komên çekdar ên alîgerên Tirkiyeyê de girtîbû bi tihmeya lêxistina tenbûrê. Dadgeheke komên çekdar Gîvara serbest kirin piştî 6 mehan ji zîndankirina wî.
Gîvarê ji gundê Qeda li hêla Rajoyê ye û xwendevanê Wêjeya Tirkî bû di zanîngeha Helebê de. Piştî dagirkirina devera Efrînê, komên çekdar êrîşî mala Gîvara kirin, tenbûra wî şkandin û dest danîn li ser mobîla wî.
Gîvara li ser bernameyekê di TRT (Er) di demeke berê de derket. Dewleta Tirkiye di bernameyê de propegandeya xwe didomîne û tê de dadmendî û rastiya sîstema dadgehî li deverên di bin kontrola wan de li Bakurê Sûriyeyê raber dike.
Ne tenê Gîvarê bêsûc û bi mehan di zîndanên komên çekdar de maye lê bi hezaran sivîl hene. Li gorî statîkên dawî yên Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/, nêzî 4900 sivîl hatine girtine ji meha Adarê 2018an de.