Nêzikî 2000 penberên Efrînê bi nexweşiya leşmaniya ketine li gundewarên bajarê Helebê

Nexwaşiya leşmaniya, nexwaşîkî vegirtiye bi riya pêşiya axê dighêja mirova. Pêşîkî bi çûke ku meziniya wê kêmtirî pêşiyên normale bi sê cararn, rengê wê zere û bi hilpekîn tev digere, di êvarê bê deng liv û tevgara wê pêşiyê zêde dibe ji ber wê dikare mirovan geske bey pê hîz bike. Pêşiya axê nexwaşiya leşmaniya bi riya mijandina xwina kesê berê vêketî (wek insan, heywana wek sa yan jî pêşiyên gezok) piştra dibe ji xwina kesî sax ra. Ev nexweşî li deverên wek gunda û zeviyan belav dibe.
Rojane hijmara kesên bi vê nexweşiyê ketine zêde dibe bi taybet li #şahba û #Şêrawa ji ber ku ev her du herêm zûde tên naskirên bi vê nexweşiyê bi taybet piştî şer li vê heremê rû dayê û piştî rizgarkirana heremê gelek komkûjî hatin dîtin ku tê da gelek term hebûn.
Nexweşî zêdebûye heye gihêşt du malbatan ji 24 kesan pêk tê li gundê Tel şiyêr bi 104 hebe li bedana wan belav bû jê 5 zarok ku têmên wan 5 salên.
Birêz Reşîd Reşo xebatkarê volentîr a #Heyva_Sor_A_Kurd tekez kir ku hijmar gihîşt 1500 kes ku piranî ji wan hewcedarî derziyan taybet( adelî )lê ama rêxistina Heyva Sor vê derman maye. Reşîd balkişand ser mijara ku li Heyva Sor tu mexberên analîzê nîne lewma welatî mecbûrin ku bi 1000 lîreyên surî analîz bikin li mexberên taybet. Her wiha bal kişand ser mijara xizaniyê ku gel tê re derbaz dibe.
Herî dawiye Reşo bangwazî li hemû rêxistana kir ku bi lez û bez alîkarî pêşkêşî gelê koçber bikin ji bo em derî li pîşê #leşmaniya bigrin.