Çîroka mala ku M. Kemal Ataturk hewandî li Efrînê û tirkan dest da ser

Çîroka mala ku M. Kemal Ataturk hewandî li EfrînêPiştî şkestina Osmaniyan li ser destê artêşa Îngliz û Ereban û radestkirina Şamê di 1 cotmeha sala 1918an, Ataturk reviya bajarê Helebê û li devera Efrînê bi cih bibû.

Ataturk bawer dikir ku Efrîn dergeha gîhandina deverên di bin kontrola leşgerên Tirkiyê ye. Lewma berê xwe da Efrînê û li wir bû mîvanê axayekî kurd bi navê Henîf Axa li gundê Hec Xelîl û nêzikî mehekê di mala axeyê kurd de xwe veşart ji tirsa ku Îngliz wî bigrin an bikujin.

Tevî xeterî û tehlûkeya hewandina Ataturk, Henîf Axa ew bi cih û war kir û guh neda gef xeteriyê.

Neviyên Ataturk, piştî 100 salî, Efrînê dagirker dikin û destê xwe datînin li ser mala Henîf Axa bi hiceta ku ew cihê Ataturk yê operasiyonên leşgerî bû û vê serpêhatiyê dikine bingeha guhertina demografî ya deverê.