Qamîşlo: YPG soza rizgarkirina Efrînê dide

Bi boneya serkeftina li dijî DAIŞ’ê, Hêzên Sûriye Demokrat şahiyeke mezin li bajarê Qamişlo lidarxistin. Fermandarên YPG û YPJ soz dan ku dê şerê wan berdewam be heta rizgarkirina devera Efrînê dê serkeftina herî mezin li wir be.
Hesen Qamîşlo, fermandarê YPG, got ku; ‘’Hêzên Sûriye Demokrat di adara rengîn de serkeftineke pîroz ragihandin li dijî çeteyên hêzên DAIŞ’ê, û bidestxistina vê serkeftinê em digihin asteke nû lê berxwedana me berdewam e û ranewestiyaye. Devera Efrînê hîna dagirkiriye û di bin kontrola hêzên faşîst de ye, û pêwîst e em li pêş gefan bisekinin bi dilsoziyê û hestên serkeftinê. Me nirxên mirovahî parastin û ji ber wê cîhan bi tevahî deyndarê van şehîd û leşgeran e‘‘.
Fermandara YPJ’ê got ku; ‘’di şerê li dijî DAIŞ‘ê de hêzên YPJ bûne semboleke girîng û nirxbilind li cîhanê û ew keçên azad dê berxwedana xwe berdewam bikin heta rizgarkirina devera Efrînê û li dijî hemû hêzên faşîst û radîkal şer bikin“.