Minbic: 7 kuştî di êrîşeke li ser hêzên parastina bajêr

Di êrîşeke li ser nuqteyeke emnî li bajarê Minbicê 7 leşger hatin kuştin. Hemû kuştî ji hêzên HSDê ne wek ku rêveberekî Emêrkî ragihandibû.
Tiliyên tewanbariyê berve Tirkiyeyê û hêzên aleqdarî wê ve diçin ji ber berjewendiya wan di operasiyonên weha heye bi taybetî li bajarê Minbicê.
Herweha, hinek agahî li ser medyayê belav bûn ku DAISê di nameyekê de ragihandiye ku wan ew operasiyon kiriye û tê de gotiye; “duh êvarê li rojavayê bajarê Minbicê, leşgerên me êrîşî hêzên PKK ên ateyîst kirin li ser nuqteyeke emnî û di encama şer de 7 ji wan hatin kuştin”.
Rêveberiya Demokrat li bajarê Minbicê nameyek li ser bûyerê belav kir û tê de ev êrîşa ku di encamê de 7 leşger ji hêzên parastinê hatî şehîdkirin bi tundî şermezar kir. Soz dan ku dê tola wan leşgeran vegerînine û her berdewam bin li ser riya azadkirina Sûriyeyê ji terorîst û dagirkeran.