Ermeniyê herî dawî ji Efrînê hate qewitandin û mala wî bû mizgeft

Çekdarên dagirker destê xwe danîn li ser mala sivîlekî ermenî bi navê Harût Kîvork li bajarê Efrînê û ew mala guhertin û kirin mizgeft.
Kîvork kar û xebata xwe li bajarê Efrînê dikir lê çekdarên dewleta Tirkiyeyê ew neçar û mecbûr hîştin ku dev ji dukana xwe jî berde û beriyê xwe bide bajarê Helebê piştî astengiyên corbicor ên li pêşberê wî hatî kirin ji alî wan çekdaran ve.