Zîndankirina 30 sivîlan li Efrînê

Hêzên dagirker li Efrînê û gundewarên wê êrîşî malên sivîlan kirin û jimareyek ji wan xistin zîndanan. Diyar e xelkê deverê nerazîbûna xwe ji biryara qedexekirina ahengên Newroza 2019 an aşkere kiriye.
Li hêla Rajoyê, grûpên çekdar xelkên deverê kom kirin û biryara qedexekirina Newrozê diyar kirin û li wir 12 sivîl girtin û xistin zîndanê. Heta niha jî çi agahî tine li ser rewşa Mihemed Sîdo yê ku li wir hatiye girtin ji alî çekdarên hikûmeta Tirkiyeyê ve pêş 11 mehan.
Li hêla Şiyê jî, grûpên çekdar komek sivîl revandin û fîdya wan wek 2000$ nîşan kirine heta werin serbestkirin. Berî demekê jî wan çekdaran pîreke 65 salî bi navê Fatme û kurê wê serbest kirin piştî standina fîdyê ji xwediyan û ew jî 2000$ bû. Komek sivîl jî li wir hatine serbestkirin ji alî wan çekdaran ve piştî wergirtina fîdyên wan.
Li hêla Şêrewe, polîsên leşgerî yên dagirker 4 sivîl ji malekê revandin û cihê wan heta niha nediyar e.