Revandina sivîlan li bajarê Efrînê berdewam e

Çekdarên dewleta Tirkiyeyê zarokekî kurd (14 salî) li bajarê Efrînê revandine. Ev ne cara yekem e ku ew çekdarên dagirker binpêkirinên wisa dikin li Efrînê û deverên di bin kontrola wan de. Li hêla Rajo jî ciwanekî kurd (23 salî) hatiye revandin ji alî ew kom û çeteyên dewleta Tirkiyeyê û heta niha cihê wî ne diyar e.
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê//Vdc-Nsy// statîka giştî ya binpêkirinên li bakurê Sûriyeyê belav kiribû û tê de diyar dike ku; ji meha Adarê ya 2018an heya meha Çile ya 2019an 323 sivîl hatine revandin ji alî çekdarên dewleta Tirkiyeyê daku fîdye ji xwediyan bistînin.
Li alî din, çekdarên dewleta Tirkiyeyê astengeyan ji mamosteyên dibistanan û memûrên avê, kehrebê û nexweşxaneyan re çêdikin li hêla Mabetlî bi hiceta ku têkiliyên wan bi PYD re heye. Wan digrin û dixin zîndanan û piştî dayîna kefaletê (100,000 L.S) dîsa wan digrin û heta niha 10 mamoste ji wan ji kar hatine avêtin.
Neteweyên Yekbûyî di raporteke nû de radigihîne ku; binpêkirinên çekdarên dewleta Tirkiyeyê li Efrînê digihine asta tewanên şer. NY aşkere dike ku; “Sedem hene ku ew pê bawer in ku grûpên çekdar ên dewleta Tirkiyeyê tewanên şer li Efrînê kirine ji talankirina malan û revandin, girtin û îşkencekirina sivîlan.”