Çekdarên dewleta Tirkiyeyê kalekî kurd li Efrînê îşkence kirine

Li hêla devera Bilbilê çekdarên dewleta Tirkiyeyê nuqteyeke kontrolê li nêzikî mala Şêxî Simo (65 salî) çêkirin. Piştre ji Simo xwestin ku mala xwe vala bike û koçe cihekî din bibe lê Simo razî nebû û bi wê sedemê êrîşî wî kirin û bi tundî ew îşkence kirin. Pereyên Simo û pelgên malê yên fermi jê bi zorê standin.
Ev ne cara yekem e ku ev çekdarên bi navên seyr û corbicor êrîşî malên sivîlan dikin li Efrînê û deverên di bin kontrola wan de li bakurê Sûriyeyê yên di bin siya dewleta Tirkiyeyê. Geh bi hiceta ewlekariyê û geh bi hiceta avakirina nuqteyên leşkerî lê bi her hawî ew malana tên talankirin û pereyên sivîlan tên dizîn.
Li milê din, girtin û revandina sivîlan li deverên Efrînê berdewam in ji alî çekdarên alîgerên dewleta Tirkiyeyê ve. Gellek ji wan sivîlan wûnda ne û cihên zindakirina wan nediyar e. Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriye//Vdc-Nsy// ragihandiye ku: ji meha Adarê ya 2018an de heya meha Çile ya 2019an 4558 sivîl hatine girtine.

http://vdc-nsy.com/2019/02/28/%d9%81%d8%b5%d9%8a%d9%84-%d9%85%d8%af%d8%b9%d9%88%d9%85-%d9%85%d9%86-%d8%a7%d9%86%d9%82%d8%b1%d8%a9-%d9%8a%d8%b9%d8%b0%d8%a8-%d9%85%d8%b3%d9%86-%d9%85%d8%af%d9%86%d9%8a-%d8%b9%d9%84%d9%89-%d8%a3%d8%ad/