35 kuştî di 6 teqînan de li bakurê Suriyeyê

Li bajarê Efrînê teqîneke bi otombîleke bombekirî çêbû û di encamê de keçeke 10 salî û sivîlek hatine kuştin û nêzikî 22 sivîlan jî birîndar bûn.
Li nêzikî bajarê Cerablusê jî 6 çekdarên girêdayî Tirkiyeyê hatine kuştin bi teqîna otomîleke bombekirî piştî hewildana îbtalkirina bombeyê ji aliyê wan çekdaran ve.
Li hêla Der el-Zorê ya di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, otombîleke bombekirî teqiyaye û di encamê de 20 karkerên zeviya neftê ya bi navê (El Omer) hatine kuştin. Berdevkê QSDê got; “ku ev teqîna Dai’şê kiriye di riya şaneyên wan ên raketî li deverê û hewildaneke ku pêşketina wan li Baxûzê sist bike”.
Li bajarê Kobanî jî depoyeke çekan teqiyaye û di encamê de çend parêzvan û hêzên depoyê hatine kuştin.
Li hêla devera Idlibê jî zarokek hatiye kuştin û 2 sivîl jî birîndar in bi teqîna bombeyeke mayî. Û di encama pevçûneke di navber 2 welatiyan de, bombeyeke destî hatiye teqandin û herdû welatî hatine kuştin û 3 welatî din jî birîndar in.