Girtina 20 sivîlan li Efrînê di 2 rojan de ji alî çekdarên girêdayî Turkiyeyê

Binpêkirinên mafên mirovan ji alî hêzên girêdayî dewleta Turkiye li Efrînê berdewam in. Rojane bûyerên girtina xelkên sivîl û revandina wan bi mebesta fîdye-xwestin derdikevine holê ji xeynî dizîn û talankirina malên wan.
Destdirêjî û binpêkirinên wan digihine gorên miriyan jî û xuya ye ku ne zindî ne jî mirî ji bela û zordariya van çeteyan xelas dibine.
Li gundê Qestel çekdarên girêdayî Tirkiyeyê gorên kurdên Êzidî xirab kirine û piştre mezara gund rûxandine.
Li bajarê Efrînê 6 karmendên rêveberiya avê hatine girtin ji alî komên çekdar ve,di nav wan de 4 jin hene. Û li gundên Efrînê jî 6 sivîl hatine revandin ji bilî girtina ciwanekî sivîl li Basûtê. Li hin deverên din li hêla Bilbilê, çekdarên grêdayî Tirkiyeyê 6 sivîl girtine.
Ji pêşiya heftê de çekdarên êrîşî mala kalekî kurd kirine bi navê Omer Erûs (75 salî). Wek di vîdyo de diyar e û li ser zimanê Omer, ku komên çekdar êrîşî wî û jina wî kirine di nav mala wan de û derdor hemî xirab kirine û piştre pereyên wan dizîne û dest û lingên wan girêdane.
Ev destdirêjiyên li ser malên sivîlan roj bi roj zêde dibine ji alî çeteyên dewleta Tirkiyeyê û xuya ye ku Turkiye daxwaza rawestandina van binpêkirin û destdirêjiyan nakeye.