Kuştina Penaberan li ser sînor berdewam e ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve

Kuştina Penaberan li ser sînor berdewam e ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve

Duh roja Sêşemê, leşkerên dewleta Tirkiyeyê keçeke penaber bi navê Rexed Subhî li ser sînorê devera Selqîn kuştin.

Rexed Subhî ji bajarê Dêr el-Zorê ye û ew dixwest ku derbasî Tirkiyeyê bibe lê mixabin leşkerên Tikiyeyê ew bi guleyên xwe kuştin.

Bi kuştina vê keça penaber hijmara kuştiyên ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve bû 420 kuştî.