Qeter 20 milyon dollar da grûpên çekdar yên girêday bi turkiya ji bo piştgiriya guhertinên demografî li Efrînê

Di bin navên sextê yên rêxistinên mirovahî li bakurê Sûriyeyê de, dewleta Qeterê biryara alîkariya grûpên çekdar bi 20 milyon dollar standiye. Qeterê ragihadiye ku: sandiqa wan a pêşveçûnê dê alîkariya penaberên li Tirkiye, Lubnan û Udunê bike!
Dewleta Qeterê bi Tirkiyeyê re ji pêşiya şerê Sûriyeyê de di 2010an de dest bi şandina çek û peran kir ji grûpên radîkal re û armanca wan gurbûna arê şer heya ku îslamiyên wan Sûriyeyê kontrol bikin.
Ger ev gaveke ceddî û rast ba, dewleta Qeterê karibû li hemberî kuştina penaberên ku li ser sînorê Tirkiyeyê bi guleyên cendirmeyên tirkan rawestanda. Ger rast ba, karibû ew guhertinên demografî li Efrînê rawestanda. Rojane xelkê devera Efrînê tên girtin, revandin, kuştin û mal û mulkiytên wan tên dizîn û talankirin.
Bi sedan rapor li ser rola dewleta Qeterê û Tirkiyiyê ya nîgatîv derketine holê ji sala 2012 an de heya dema niha.