Mirina bûkeke Efrînî ji serma re li ser sînorê Turkiye

Lovîn Xelîl Nurî (22 salî) ji gundê Kefromê li ser sînorê Turkiye miriye tev bav û dayika wê piştî hewildana derbasiya alî Turkiye.
Lovîn destgirtiya ciwanekî Efrînî ye ku ew bi xwe li Turkiye dijiye û ji ber rewşa Efrînê ya xerab malbata wê hewildane ku derkevine Turkiye.
Rapora diktoran diyar dike ku sedema mirina Lovînê celta ye ji tirs û sermayê. Xwediyan gotiye ku ew di nav çiyan û newalan de pirr meşiyane, hem sar bû hem jî baran bû, ji ber wê ew pirr westiyanbûn û bêhêz mabûn. Heya ku cendirmên Turkan qurşîn avêtibûn wan û piştre ew girtibûn.
Ev bû 4 sal in ku Turkiye sînorê xwe girtiye beramberî koçberên ku ji deverên şer dirivine. Li aliyakî cendirme qurşînan bi ser wan ve dibarîne û li alî din îşkenceyê bi wan dike û wan vedigerîne alî Sûriye.
Hêja ye gotinê ye ku Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriye//Vdc-Nsy// radihadiye ku heya dema niha cendirmeyên turkan 409 sivîl kuştine (76 ji wan zarok in û 40 jî jin in) û 278 sivîl birîndar in.