21 sîvîl li Efrînê di 2 rojan da hatin girtin Ji alî çekdarên girêdayî Turkiye

Binpêkirinên mafên mirovan ji alî hêzên girêdayî dewleta Turkiye li Efrînê berdewam in û diyar e ku Turkiye daxwaza rawestandina van sîncikan nakeye. Rojane bûyerên girtina xelkên sivîl û revandina kesan derdikevine holê ji xeynî dizî û talankirina malên millet. Destdirêjî li ser gorên miriyan dîsa kirine û xuya ye ku ne zindî ne jî mirî ji bela û zordariya van çeteyan xelas dibine.
Tevî van binpêkirinên li Efrînê serokê Turkiye heroj derdikeve li ser ekranê û pesna hêza dewleta Turiye dide ku çawa dagirkirina Efrînê yek ji desketinên wî yên herî mezin e, û ku çawa xelkên wan deverana bi aramî û di bin rola qanûnê dijîne. Sozan dide ku dê hin deverên din dagirker bike li Munbic û deverên rojavayê ava Ferêt.
Ew niha diponije ku ihtîmal e civaka navnetewî çavên xwe li pêş van binpêkirinên ku li deverên di bin kontrola Turkiye de bigre. An jî bawer dike ku çi civak nikare wî cûcdar an tewanbar bike li Efrînê û li deverên din. An jî diponije ku dê karibe rastiyê veşêre yan rêxistinên navnetewî lal bike li beramberî hovetî û wehşiyeta hêza Turkiye û grûpên girêdayî wê.
Grûpên çekdar ên girêdayî Turkiye di van demên dawîn de êrîşî goristanekê li gundê Hebo, yê bi ser Ma’batli ve diçe, kirine û di encamê de bi dehan gor xerab kirine wekî ku berê Da’şê dikir. Li alî din, grûpeke bi navê Lîwa El-Nuxbe bace avêtine li ser milletê gundê Şêxûke û Imare ku her yek pêwîst e tenekak zeytê zeytûnan bide bi hiceta parastina wan. Teve ku 75% ji xelkê wan gundan ne li cih û warên xwe ne û vegera wan qedexe ye piştî ku dest dane li ser mal û erdên wan.
Li dibistana Fêsel Qiddûr li Efrînê komek keçên xwendevan ji yên li wir nîştecî bûne êrîşî xwendevaneke kurd kirine li û banga kuştin, talankirin û qewitandina kurdan ji Efrînê kirine. Xwediyên van nişteciyan berê dest dane li ser malên xelkê Efrînê û li xwediyan ne vedigerînin ne jî parve dikin.
Nuqta kontrolê ya bi navê Tirenda (bi dizînê navûdeng e) lêxistin, destdirêjî û diziya ji xelkên sivîl berdewam e. Li wir destdirêjî li jinan dibe, zêr an perê yan jî nifûsên şexsî û pelgên mal û milkan têne dizîn. Di 48 se‘etan de 6 kes li wir hatine girtin, yek ji wan jin e.
Li devera Rajo hêzên dagirker yên bi navê Polîsa Leşkerî xeber dane dukanên bajêr ku pêwîst e her yek 100$ bide bi hiceta ewlekariyê û parastina wan. Li Basûta ya di bin kontrola Grûpa El-Hemzat binpêkirin û destdirêjiya li ser xelkê berdewam in. Di 2 rojên dawîn de 4 kes hatine girtin û berve cihekî ne diyar birine, yek ji wan bi navê Mistefa ye (65 salî).
Li Cindêrisê jî hêzên çekdar heya niha nahêlin xelkê deverê vegerin malên xwe yên ku bûne cihên leşkerî. Ji 70 malbatî 10 malbat tenê vegeriyan e.
Li devera Bilbilê hêzên çekdar êrîşî gundên Zivinge, Karriye û Qutanlî kirine û 11 kes girtine. Yên hatî nasîn ji wan; Nesan Ebdulkadir Ismail, Mihemed Yûsif, Reşîd Xelîl Ibrahîm, Selah, Henîf Betal, û muxtarê gundê Karriyê Saxir Obasî ne.
Hêja ye gotinê ye ku xelkê gundên Basûta û Burc Ebdalo giliya qutkirin û hilkişandina darên zeytûnan ji alî ew grûpên çekdar kirine.