Êrîşên li dijî xwendekarek kurd li Efrînê

Îro li bajarê Efrînê komek keçên xwendekarên ji yên li wir nîştecî bûne êrîşî xwendevaneke kurd kirine li dibistana Fêsel Qiddûr û banga kuştin, talankirin û qewitandina kurdan ji Efrînê kirine.
Ev ne yekem car e ku êrîşên weha rû didin li Efrînê. Pirr caran berê xwendevanên kurd gilî û gazin kirine ji nîşteciyên ku ji Rojhilat Ghouta û deverên din hatine.
Hinek nîşteciyên din ji Ghouta êrîşî dibistaneke kurdên Elewî kirine bi hiceta ku ew dibistana xeberdanên xerab di derheqê ola îslamê de belav dike. li alî din, êrîşa ofîsa encûmena navendî kirine û ew talan kirine.