El-Bab: Hêzên Tirkiyeyê êrîşî malên Ermeniyan dikin di salvegeriya komkujiyê de

Grûpên çekdar li bajarê Babê êrîşî mala ermeniyekî li wir mayî kirin bi hiceta ku bazirganiya çekan dike. Di encama êrîşê de, grûpên çekdar xanî û dukana wî talankirin û hijmarek ji wan çekdaran birîndar bûn.
Malbata “el-Ermenî“ (wek tê nasîn di nav xelkê bajêr de) bi tenê li wir mabû piştî kontrolkirina bajêr ji alî hêzên dewleta Tirkiyeyê ve. Hemû Ermeniyên din ji wir reviyan bûn berve Helebê û Minbicê di dema kontrolkirina çekdarên DAIŞê li ser bajêr.
Hêja ye gotinê ku Osmaniyan di sala 1915an de komkujiyên bêsînor di derheqê Ermeniyan de kirin û di encamê de nêzî milyonek û nîv Ermenî bûne qurbanî ji bilî destdirêjiya sêksî li ser hezaran jin û dizîna organên laşên zîndiyan û miriyan li gorî ermenî radigihînin.