Bakurê Sûriyeyê: Kuştina zarokekî di kampeke penaberan de ya di bin kontrola Tirkiyeyê de

Ji nû ve rûdanên gulebarankirina kampên penaberan li gundewarên bajarê Helebê derketine holê. Vê carê kampa Şimarix li bakurê Helebê hat gulebarankirin ji alî kesên nenas û di encamê de zarokekî penaber jiyana xwe ji dest da û hijmarek penaberên din birîndar bûn.
Beriya çend rojan jî, di 13 mehê de, di encama gulebarankirinê de hijmarek sivîl birîndar bûn.
Di vîdyoyekî belavkirî de, diyar e ku endamên Firqeya el-Hemzat sivîlan ditirsînin û fişekan di nav kampê de davêjin.