Girtina 10 sivîlan li Efrînê di 2 rojan de ji alî çekdarên girêdayî Turkiyeyê

Binpêkirinên mafên mirovan ji alî hêzên girêdayî dewleta Turkiyeyê li Efrînê berdewam in û diyar e ku Turkiye daxwaza rawestandina van binpêkiranan nakeye. Rojane bûyerên girtina xelkên sivîl û revandina kesan derdikevine holê ji xeynî dizî û talankirina malên millet.
Tevî wan binpêkiranan, serokê Turkiyeyê heroj derdikeve li ser ekranê û pesna hêza dewleta Turkiyyê dide ku çawa dagirkirina Efrînê yek ji desketinên wî yên herî mezin e, û ku çawa xelkên wan deverana bi aramî û di bin rola qanûnê dijîne.
Li hêla devera Rajo hêzên çekdar êrîşî malên sivîlan kirine û dest bi dizî û talankirinê kirine û li hêla Bilbilê jî 6 sivîl hatine girtin. Li hin deverên din, malên xelkên sivîl bûne zîndan û cihên îşkenceyê.
Hêja ye gotinê ku Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriye//Vdc-Nsy// ragihandiye ku: ji meha Adarê ya 2018an de heya meha Çile ya 2019an 4558 sivîl hatine girtine.