Komkujiyek di navbera sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê de

Rojane bûyerên kuştina penaberên ku hewil didin derbasî Tirkiyeyê bibin derdikevine holê. 

Di 3 rojên dawî de leşkerên Tirkiyeyê 10 sivîl kuştine, hinek ji wan li aliyê Idlibê û hineke din jî li aliyê Efrînê. Ew belengaz û rebenên ku ji ber şer direvine aliyê sînorê Tirkiyeyê mixabin bi guleyên leşkerên Tirkyeyê têne kuştin. 

Dewleta Tirkiyeyê bi hêsanî ku penaberên berve sînorê wê ve diçin dikuje. Ne rêza mafên Mirovan digre û ne jî hesabê rêxistinên navdewletî dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê //Vdc-Nsy// ragihandiye ku: heya dema niha leşkerên Tirkiyeyê 409 sivîl kuştine ku ji wane (78 Zarokin û 45 Jinin) û 305 sivîl birîndarin.